Çewlîga mirîşkan bû deriyê dahatê: Nifûsa gund 3 qetan zêde bû

18-05-2024
RÛDAW
Çewlîga mirîşkan a Efraîm bûye deriyê dahatê / Wêne: AA
Çewlîga mirîşkan a Efraîm bûye deriyê dahatê / Wêne: AA
Nîşan Çewlîga Mirîşkan Xarpêtê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Efraîm Ozdemîrê Xarpêtî piştî 20 salan ji Almanyayê vegeriyayê gundê xwe û çewlîga mirîşkan vekiriye.

Çewlîga mirîşkan bûye deriyê dahatê ji bo xelkê gund.

Efraîm Ozdemîr 30 sal berê ji gundê Çelebî yê navçeya Qovanciyan a Xarpeta Bakurê Kurdistanê koçî Almanyayê kir.

Efraîm Ozdemîr beriya 10 salan ji xerîbiyê vegeriya.

Li gundê xwe wekî veberhênanê çewlîgeke mezin a xwedîkirina mirîşkan vekir.

Bi vê projeyê hem bixwe bû xwedî kar û hem jî ji bo beşek ji xelkê gund bû deriyekî dahatê.

Efraîm Ozdemîr got:

"Dema 17 salî bûm derketim derveyî welat. Me li derveyî welat kar kir.

Piştî ku me destê xwe girt em vegeriyan û me xwest veberhênanê bikin.

Em ji bo veberhênanê vegeriyan gundê xwe.”

“Gelek kes vegeriyan gund”

Dema  Efraîm Ozddemîr vegeriya hejmara niştecihiyên gund kêm bû.

Gelek kesan çav li wî kirin û vegeriyan.

Li gorî gotina Efraîm Ozdemîr dema wî dest bi weberhênanê kir hejmara niştecihiyên gund 50 kes bû lê niha derketiye 150 kesan.

Gelek kes tên. Ji ber ku veberhênan û çewlîga wî wisa kir ku gundî li gund vegerin."

Elektrîkê ji tavê berhme tîne

Efraîm Ozdemîr li ser banê  çewlîga xwe 240 panelên tavê jî danîne.

3 sal in elektîrîka wê bi temamî ji tavê berhem tîne.

Bi vê yekê jî ji mesrefa elektirîkê rizgar bûye.

Efraim Ozdemîr li ser berhemanîna elektrîka tavê jî wiha got:

"Ji bo em li çewlîga xwe elektrîka xwe bi xwe berhem bînin me santralek danî.

Kapasîteya wê 60 kîlowat e. Em bi van panelên tavê elektrîka xwe bi xwe berhem tînin û ji berîka me pere dernakevin.

Heta ku tav hebe sûda van panelan bo me heye."

Ev çewlîg li ser 30 donim erd hatiye avakirin.

Kapastiya wê ya xwedîkirina 29 hezar mirîşkan heye.

Efraim Ozdemîr 10 sal in li vê kargehê bênavber berhemanînê dike û mirîşkên xwe jî difiroşê bazarên navxweyî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst