Bihayê petrola brent bilind bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bermîla petrola brent li bazara navneteweyî bi 33,62 dolarî tê firotan.

Nirxê bermîla petrola brent îro ji sedî 3,45 rabû û gihîşt 33,62 dolaran.

Bermîla petrola brent roja înê bo 32,91 dolaran zêde bibû û di dawiya rojê de daketibû bi 32,50 dolaran.

Di heman demê de bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 30,76 dolarî hat firotin.

Çavên bazara kurewî li ser pandemiyê, peywendiyên Amerîka-Çînê û geşedanên xwesta kurewî ye.

Ji bilî vê yekê, biryarên OPECê jî di bazarê de bandora xwe nîşan dide ku ev yek jî rasterast bandorê li rabûna bihayê petrolê dike.