Exxon Mobil ji Besrayê vekişiya

18-05-2019
RÛDAW
Nîşan Exxon Mobil Petrol Besra
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Exxon Mobil karmendên xwe ji kêlgeha Qurne 1 a li bajarê Besra yê Iraqê vekişand. Wezareta Petrolê ya Iraqê diyar dike ku vekişandina karmendên Exxon Mobil ji kêlgeha petrolê ya Qurne 1, bandor li ser berhemanîna petrolê nekiriye.

 

Berî niha Exxon Mobil ragihandibû "Em bi hûrgilî çavdêriya rewşa Iraqê dikin û li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di peywendiyê de ne, daku li ser dahatûya karên xwe biryar bidin".

 

Herwiha diyar kiribû, "Exxon Mobil bername û rêkarên wê yên guncaw hene ji bo parastina karmend û saziyên xwe".

 

Exxon Mobil li Kêlgeha Qurne ya Rojava – 1 bi berhemanîna petrolê mijûl e ku weke yek ji kêlgehên herî mezin ên Iraqê tê hesibandin.

 

Hevdem kompaniya petrolê ya Chevron ku yek ji kêlgehên petrolê ye ku li Herêma Kurdistanê kar dike, li ser pêşhateyên ewlehiyê yên nû yên Iraqê ragihandibû "silametî û parastina stafên me karê herî li pêş ê kompaniya me ye".

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst