Banka Navendî ya Tirkiyê kirîna dolar sînordar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyê, kirîna pereyên biyanî ya rojane ji aliyê bankayan ve sînordar kir.

Nirxê dolar li hember lîreyên Tirkî bilind dibe û roja 17ê Nîsanê dolar 19 lîre û 50 quruş derbas kir. Hikûmeta Tirkiyê, ji ber ku berî hilbijartinan lîreyê Tirkî nirxê xwe zêdetir ji dest nede, tedbîran werdigre.

Li gor nûçeya Bloombergê, Banka Navendî ya Tirkiyê ji ber ku nirxê lîreyê Tirkî danekeve kirîna pereyên biyanî ya rojane ji aliyê bankayan ve sînordar kir. Li gor nûçeyê, Banka Navendî hefteya borî hefteya borî banka ji biryarê agahdar kirin, ku ji mişteriyan bi rêjeyeke zêde dolar wernegrin.

Ji aliyê din nirxê dolar li bankayan û bazarê ji hev cuda ye, li bankayan dolarek bi 19 lîre û 37 quruşan tê kirîn û firotin û li bazara girtî ya Stenbolê zêdetir bi 20 lîreyan tê kirîn û firotin.