Jinên bi temen bi giya debara jiyana xwe dikin

18-04-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Giya Zaxo Jin
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Hatina buharê li Kurdistanê bi xwe re dîmenên ciwan jî tîne lê demsala buharê di heman demê de ji gelek malbatan re dibe çavkaniyeke darayî. Li navçeya Zaxo ya Duhokê jî hejmarek ji jinên bi temen ên deverê, giya kom dikin û li bazarê difroşin.

 

Jinên vê herêmê di payîza jiyê xwe de dahata xwe ya abrî ji xwezayê peyda dikin. Ew zêdetirî 50 kîlometreyan diçin herêmên çiyayî. Bi hevaltiyeke kom diçin bo babirîneke takekesî, bi keda destên xwe hevrikya jiyanê dikin.

 

Mexbîla Hisên yek ji wan jinanên kedkara giyaye ku dibêje; “Ji demjimêr 05:00ê dibê heta 05:30ê êvarî em giya komdikin. Paşî tên male, şîva xwe dixwin û diyayê xwe paqij dikin. Roja din jî sibê zû giyayê xwe dişon û tînin bazar.”

 

Dem hatiye, ku beşekê ji qazanca xwezayê bi mezêxin. Niha li bazaran bozberiya giyayê buharê ye. Ev giya bûye dahata hinek malbatan.

 

Giyafiroş Sînem Osman dibêje; “Ez giya kom dikim û difiroşim. Min neştergeriyek kiriye û gurcikeka min rakirine. Bi firotina giya ez jiyana xwe dabîn dikim. Heqdestê derman û çareseriya xwe bidest dixim. Berî hevjînê min wefat bike, bi pereyê giya min ew şande hecê.”

 

Di 3 heyvên werzê buharê de, jinên bi temen ên Başûrê Kurdistanê, li bazaran giya difiroşin.

 

Kedkara giyayê Hediya Yusif jî diyar dike; “Roj heye 10, roj jî heye 15 heta 20 hezar dînar bo me dimîne. Ez vî pereyî ji bo dabînkirina pêwîstiyên malbata xwe difiroşim.”

 

Li Zaxoyê zêdetirî 100 jinan karê firotina giya dikin. Li gorî amarên saziyên çandiniyê yên Zaxoyê, rojane nêzîkî tonek û 500 kîlo giya tê firotin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst