Sefîn Dizeyî bang li veberhênanên Tirkiyê kir

18-03-2019
Gülbahar Altaş
Nîşan Metex Pêşangeh Hewlêrç Geştûguzarî Kurdistan Tirkiye Sefîn Dizeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî diyar kir ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de baş in û bang li veberhênanên Tirkiyê kir ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.

 

Li Hewlêrê duyemîn pêşangeha navdewletî ya geştûguzarê duh Yekşemê (17.03.2019) bi beşdariya 250 kompaniyên navxwe û biyanî ji 20 welatan dest pê kir.

 

Armanca sereke ji vê pêşangehê bi bazirganîkirina geştyariyê li Herêma Kurdistanê ye. Ev pêşangeh derfetek e ji bo avakirina pêwendiyan li gel welatan û geşkirina karta geştyarî. Lewma jî kompaniyên beşdar xizmetguzariyên xwe pêşkêş dikin û hewl didin hevbeşên nû ji xwe re peyda bikin, ev yek jî deriyek e ji bo pêşxistina sektora geştûguzariyê li Herêma Kurdistanê.

 

Li Hewlêrê duyemîn pêşangeha navdewletî ya geştûguzarê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat vekirin.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re diyar kir ku Herêma Kurdistanê 4-5 salên bi dijwarî derbas kirin û got ku ligel şerê dijî DAIŞê krîza darayî jî dest pê kir û herwiha Kurdistanê pêşwazî li milyonek û 800 hezar koçberan kir ku ev jê re bareke giran bû.

 

Sefîn Dizeyî wiha got: “Bûyerên van 4-5 salm dawiyê em rû bir rû bûne bû sedema tengaviyan. Mixabin di wê pêvajoyê de pêşketinên me hêvî dikir çênebûn. Lê ev heyama salekê ye, geşedanên baş çêdibin. Pêşangehên vê bi awayî dide xuyandin ku li herêmê di warî darayî de geşadanê dest pê kiriye. Ji bo me girîng e ku welatên cîran û Rojhilata Navîn beşdarî vê pêşangehê bûne.”

 

Dizeyî da zanîn ku ew weke hikûmet piştevaniya pêşangehên bî vî awayî dikin û wiha pê de çû: “Ligel vê yekê hikûmeta me kerta taybet bo vebehênanê han dide. Ez bi hêvî me ku di demên pêş de bazara Kurdistanê dê dîsa ji nû ve geş bibe. Bazara Kurdistanê dê mezintir û baştir bibe. Tevî pirsgirêkan pêşangehên bi şêweyî hêviyê li ba xelkê çêdike.”

 

Berdevekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku bi taybetî ji Tirkiye û Îranê bo duyemîn pêşangeha navdewletî ya geştûguzarî ya li Hewlêrê beşdarkirineke cidî heye û got: “Peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî, aborî, ewlehî û civakî ve gelek girîng in. Carna di navbera herdu aliyan de pirsgirêk çêdibin, lê ew yek gelek asayî ye. Lê ez dikarim bibêjim peywendiyên me niha baş in. Herwiha ez hêvî dikim ku peywendiyên me yên siyasî baştir û berfirehtir bibin. Em kompanî û veberhênanên li Tirkiyê ji bo vê derê vedixwenîn. Peywendiyên me yên bi vî awayî der berdewam bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst