Li Tirkiyê Grûpa Vepa konkordato ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî kompanyayên navdar ên wek Yeşil Kundura, Hotic, Beta, Inci, Kemal Tanca û gelekên din ên çêkirina pêlavan, Grûpa Vepa jî konkordato ragihand.

Li gor medya Tirkiyê, Malbata Oztarhan serî li 3emîn Dadgeha Asliye ya Bazirganî ya Stenbolê daye û bo Kompanyaya Vepa a Cilûbergên Werzişî, Kompanyaya Dmr a Cilûberg û Kozmetîkê, Ahmet Onder Oztarhan, Burak Oztarhan û Mehmet Tuncer Oztarhan daxwaza konkordatoyê kiriye.

Şanda dadgehê 27ê Kanûna 2019ê daxwaz kiriye biryar û kompanyaya navbirî xistiye jêr parastinê. Herwiha piştî biryara mohleta demkî ya du mehan komîserên konkordatoyê hatin erkdarkirin. Pêvajoyên konkordatoyê bi mohletên demkî destpê dikin. Piştre herî zêde yek sal mohlet tê datyîn. Mafê dirêjkirina 6 mehan heye. Li gor qanûnê ev pêvajo 28 mehan derbas nake.

Vepa, sala 1962an li Stenbolê ji aliyê Vedat Oztarhan ve di dikaneke biçûk de wek kompanyaya firçeyên por û diran û kozmetîkê hatibû damezrandin. Piştre kompanya mezin dibe û dikeve sektora cil û bergan û paşê kozmetîk jî di nav de nûnertiya gelek markeyên cîhanî dike.

Konkordato girêbestek e ji aliyê dadgehê ve hatiye pesend kirin. Ger rewşa bazirganî ya kesekî/e xwedîdeyn lawaz û li ber têkçûnê be, wê demê divê deyndar, deynê xwe li gor planeke li hevkirî werbigre.