Kurdistan dê 19 tirilyon dînar ji budceya Iraqê werbigire

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li gor reşnivîsa projeyasaya budceya federalî ya Iraqê ya sala 2014an, budceya îsal a Iraqê zêdetirî 163 tirilyon dînar e, jê zêdetirî 19 tirilyon para Herêma Kurdistanê ye.

Parlamentera Kurd Necîbe Necîb ku endama komîteya darayî ya Parlamentoya Iraqê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Budceya sala 2014an a Iraqê 163 tirilyon û 416 milyar dînar e”.

Necîbe diyar kir ku tê pêşbînîkirin dahatê petrola Iraqê di sala 2014an de bigihe 130 tirilyon û 230 milyar dînar û buhayê her bermîleke petrolê bi qasî 90 dolaran hatiye diyarkirin, herwiha dahatê kertên din ên Iraqê bi qasî 9 tirilyon û 416 milyar dînar hatiye diyarkirin.

Parlamentera Kurd Necîbe Necîb herwiha got ku li gor wê projeyasayê divê Iraq her roj 3 milyon û 400 hezar bermîl petrol bişîne derve û ji wê jî pêwsîte 400 hezar bermîl ji Herêma Kurdistanê bê şandin.

Necîbe aşkere kir ku para Herêma Kurdistanê di budceya sala 2014an de 19 tirilyon û 760 milyar û 797 milyon dînar e.

Necîbe diyar kir ku di projeyasaya budceyê de hatiye diyarkirin ku xerckirina para Herêma Kurdistanê girêdayî şandina 400 hezar bermîl petrol di rojekê de û bi serpereştî û merc û rênimayên Bexdayê ye.