Li Rojavayê Kurdistanê krîza sotemeniyê rewşa welatiyên dijwar kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê demsala zivistanê de, bi daketina nirxê lîreyê Sûrî re li beramberî pereyên biyanî, krîza sotemeniyê jî li seranserê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi ser de hat. Krîza sotemeniyê rewş welatiyên dijwar kiriye.

Hevdem ligel destpêkirina werzê zivistanê û daketina bihayê pereyên Sûrî ku gihiştiye 6 hezar û 200 lîreyan li beramber 1 dolarê Amerîkî û rawestana rafîneriyan û têkçûna gelek zeviyên petrolê, krîza sotemeniyê li Sûriyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê jî, derketiye.

Şarezayê aborînas, ku ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, Xorşî Elîka ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê rewşê dike.

Aborînas Xorşîd di derbarê sedemên derketina kirîza sotemeniyê û rewşa heyî de ji Rûdawê re got ku yek ji sedemên sereke ya kirîza sotemeniyê ew e ku pereyên biyanî di banka navendî ya Şamê de nemane.

Şarezayê abûrînas Xorşîd Elîka da zanîn ku tevî hemû zehmetiyan, lê dîsa jî rewşa li Rojavayê Kurdistanê ji ya deverên di bin desthilata hikûmeta Şamê de ne, baştir e.

Rojên 23 û 24ê Mijdara bûrî, bi sedema bordûman û topbarana Tirkiyê li ser wêstgehên petrol û xazê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, li gorî zanyariyên Rêvebeirya Xweser, 70% ji wan wêstgehan jikar ketin û di encamê de elektrîk û xaz û mazot ji ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê hatin birrîn.