Ji ber lehiya Antalyayê bihayê keskatî û fêkî %40 zêde bû

Enqere (Rûdaw) - Li nav bazarên Tirkiyê bi taybetî jî bajarên weke Enqer û Stenbol bihayê sewze û fêkî di nava hefteyekê de zêdetir ji sedî 40 biilnd bû, vê carê sedema bilndbûna bihayan lehîya li bajarê Antalyayê ye, ji ber ku li gorî amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di lehîyê de 12 hezar û 500 donim erdê çandî ku zêdetir ji serayan pêk tê zirar dîtiye.

Rojane hejamreke zêde ya  balhiilgirên sebze û fêqî ji bajarê Antalya û devroberê digehîn hala mezin a sebze û meyve ya Enqerê, lê piştî  lehiyê li Antalyayê ku hefteya borî çêbibû bihayê sebze û fêqî derdora ji sedî 40 zêde bûye.

Xebatkarê halê Osman Serîn dibêje: “Jixwe berê jî bihayê her tiştî zêde bû, lê lehî bû sedem ku hem biha zêde bibin hem jî karê me kêmtir bibe.”

Di lehîyê de derdora ji sedî 60 ya serayên sebze û fêqî zirar ditîne, li gorî amaran piştî lehiyê bihayê  bacanan sor ji 9 lîreyan bû 15 heta 17 lîre, bihayê îsotan ji 9 lîreyan bû 14 lîre, bihayê qundiran ji 10 bû 14 lîre bacana reş ji 11 lîreyan bû 15 lîre.

Firoşkarê halê Cesîm Bora jî got: “Lehiyê bandoreke xirab li bihayê sewze û fêqî kiriye. Dema berhamanînê bû, lê berhem kêm bû û kêm digehe ber destê me. Ew jî bandorê li bihayan dike.”

Li gorî amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di encama lehiyê de 12 hezar 500 donim serayên çandî zerar ditîne, ew jî bûye sedem ku berhemê çandî derdora ji sedî 30 heta 40 li bazaran kêm bibe.

Firoşkarê Bazarê Ehmed Serhet jî got: “Piştî lehiyê biha zêde bûn, karker nekarîn kar bikin,  berhmen kêm e, têra xelkî nake, berê du barhilgir dihatin biha bûye yek heta nîv barhilgir. Berê min 50 kase dikirîn niha ji min re tenê 10 kase tên.”

Di werzên zivistanê pêdiviya sebze û fêqî ji serayên Antalyayê û navçeyên derdorê  tên dabînkirin.