Yek dolarê Amerîkî 16 lîreyê Tirkî derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel ku di 10 rojên dawî de Banka Navendî ya Tirkiyê 4 caran midaxeleya bazarê kir, lê dîsan dolar li hember lîreyê Tirkî bi 16.04 lîreyan rekoreke nû şikand. Euro jî 18 lîreyê Tirkî derbas kir.

Daketina bihayê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî berdewam e.

Lijneya Polîtîkayên Pereyan a Banka Navendî ya Tirkiyê 16ê Kanûnê rêjeya faîzê careke din jî daxist û rêjeya faîzê daket  bo %14an. Ev daxistin di demekê de ye, ku kêmtir ji mehek beriya niha, Banka Navendî ya Tirkiyê bi biryarekê rêjeya faîzê li wî welatî kêm kiribû.

Banka Navendî ya Tirkiyê di 21ê Cotmeha 2021an de jî rêjeya faîzê kêm kiribû û ji %18 daxistibû bo ji %16an û 18ê Mijdarê jî ji %16an daxistibû bo %15an.

Piştî biryarê lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest da û di 5 deqîqeyên destpêkê de dolarek ji 15.10 lîreyan derket 15.52 lîreyan.