Li hember Dolarê Amerîkî daketina lîreyê Tirkî berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gehişte 10.42 lîreyan.

Li Tirkiyê kêlî bi kêlî li hember dolarê Amerîkî daketina lîreyê Tirkî berdewam e û 17ê Mijdara 2021ê  dolarek gehişte 10.42 lîreyan.

Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meheke dawî de li hember dolar %10 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî û têkçûna aborî ye.

Banka Navendî ya Tirkiyê dê roja Pêncşemê18ê Mijdara 2021ê jî bicive û derbarê faîzê de biryareke nû bide. Tê çaverekirin rêjeya faîzê bê daxistin. Pispor dibêjin daxistina rêjeya faîzê dê bibe sedem ku lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest bide.