Li Tirkiyê 112 hezar û 710 kargeh hatine girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zanyariyên Wezareta Bazirganî ya Tirkiye di serdema Coronayê de li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 112 hezar û 710 kargeh û 71 hezar û 314 kompanya hatine girtin.

Li Tirkiyê yekem pêketiyê Coronayê di Adara 2020an de hat tomarkirin. Piştre nexweşî li seranserî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav  bû. Ligel belavbûna virûsê proseya qedexeya derketina derve destpê kir. Qedexeya derketina derve herî zêde  bandor li kasibkar û dikandaran kir û di encam de hejmareke zêde ya wan neçar man deriyê dikan û kargehên xwe bigirin.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP)  yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu derbarê girtina wan kargeh û dikanên ku di serdema Coronayê de hatine girtin pêşniyarpirsek da Wezîrê Bazirganî yê Tirkiyê Mehmet Muş kir. Li gor Wezîrê Bazirganî, ji 11ê Adara 2020an û heta 30ê Hezîrana 2021ê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 112 hezar û 710 kargeh û dikan hatine girtin, ligel 71 hezar 314 kompanyayan.

Li gor Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê, 9 milyar û 54 milyon û 810 lîre di jêr çendîn serenavan de weke alîkarî li ser kasibkar û xwediyên kargeh û dikanan ên wî welatî hatine dabeş kirin.

Di serdema Coronayê de çendîn welatên cîhanê ji bo ku kasibkar û dikandarên wan gelek zerermend nebin paketên alîkariyê pêşkêş kirin. Tirkiye jî yek ji wan welatan bû. Lê alîkariyên li ser kasibkar û dikandaran hatin dabeş kirin gelekî kêm bûn û çendîn caran ji aliyê partiyên opozîsyonê ve bûye cihê rexneyan.