Goldman Sachs: Heta sersalê zêr dê bibe 2700 dolar

Hewlêr (Rûdaw) - Goldman Sachsê ragihand ku dê li bazarên cîhanî heta destpêka sala pêşiya me her onseke zêr bibe 2 hezar û 700 dolar.

Çavên bazirgan û zêrîngeran li civîna Lijneya Bazarên Azad a Banka Navendî ya Amerîkayê ye ku dê 2 rojan biajo û dê encama wê sibe bê ragihandin.

Îro piştî ku bazarên Asyayê vebûn onseke zêr bi qasî 10 dolaran erzan bû û onsa zêr bi 2578 dolaran tê firotin.

Doh onsa zêr gihişt 2589 dolaran ku di dîrokê de ti carî ew qasî biha nebûbû.

Erzanbûna zêr a demên dawiyê bihabûna zêr bi xwe re tîne.

Li gorî anketan, ji sedî 67ê bazirganan pêşbînî dikin ku Lijneya Bazarên Azad a Banka Navendî ya Amerîkayê sibe biryarê bide ku faîza bankî bi rêjeya ji sedî 0,5 kêm bike.

Tenê ji sedî 33yê bazirganan difikirin ku dê ew lijne rêjeya faîzê bi qasî ji sedî 0,25an kêm bike.

Her çiqasî onseke zêr îro bi qasî 10 dolaran erzan bûbe jî banka Goldman Sachsê ku ji bankên herî mezin ên cihanê ye dibêje ku dê li bazarên cîhanî heta destpêka sala 2025an her onseke zêr bibe 2 hezar û 700 dolar.

Li gorî pêşbîniya Goldman Sachsê, eger Banka Navendî rêjeya faîzê ji sedî 0,25 kêm bike dê zêr demeke kurt erzan bibe lê dê heta sersala pêşiya me bibe 2 hezar û 700 dolar.

Li gorî pisporan, faktorên wekî “krîza aborî ya li Çînê, hilbijartinên Amerîkayê û şerê li Rojhilata Navîn” didin sedema bihabûna berdewam a zêr.