BISAM: Li Tirkiyeyê sînorê birçîbûnê gihiştiye 12 hezar û 34 lîreyan

17-09-2023
Nîşan BISAM Sînorê Birçîbûnê Sînorê Hejariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – BISAMê ragihand ku Tebaxa 2023yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê gihiştiye 12 hezar û 34 lîreyan.

Li gorî BISAMê meha tebaxê sînorê hejariyê bûye 41 hezar û 626 lîre.

Li gorî lêkolînê sînorê birçîbûnê, mûçeyê herî kêm derbas kiriye.

Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Metal-Îş (BISAM) her meh amarên birçîbûn û hejariyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav dike.

BISAMê rapora xwe ya meha Tebaxa 2023yan jî belav kir.

Li gorî raporê, ji bo ku debara xwe bike pêdiviya malbateke 4 kesî meha tebaxê herî kêm 12 hezar û 34 lîre bûye.

Li aliyê din, ev xercî tenê yên xorakê bûne.

Meha tîrmehê jî sînorê birçîbûnê 11 hezar 525 lîre, sînorê hejariyê jî 39 hezar û 889 lîre bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst