Bexdayê biryar da: Dê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Îraqê biryar da ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.

Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz da zanîn ku dê Îraq 700 milyar dînarî bişîne.

Encûmena Wezîran a Îraqê îro bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civîna xwe ya heftane ya asayî li dar xist.

Li gorî zanyariyên ku nûçegihanê Rûdawê bi dest xistine Encûmena Wezîran biryar da ku mehane 700 milyar dînar, bi giştî 2,1 trîlyon dînar ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê were xerckirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo mûçeyê karmendan mehane 800 milyar dînar xwestibû.

Ji bo mûçeyên karmendan pêdiviya Herêma Kurdistanê her meh bi 920-940 milyar dînarî heye.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku Wezareta Darayî ya Îraqê ferman daye bankên Reşîd û Rafidînê da ku van pereyan bixin hesabê Herêma Kurdistanê.

Li aliyê din, Wezareta Darayiyê ya Herêma Kurdistanê jî ragihand, îro dayîna mûçeyên meha îlonê dest pê kiriye.

Piştî ku yasaya bûdceyê hat pesendkirin û di rojnameya fermî de hat belavkirin, Îraqê dahata petrolê û ya navxweyî wekî hincet nîşan dida û pişka bûdceya Herêma Kurdistanê nedişand.

Ji bo wê yekê jî heftiya borî şandeyeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî çûbû Bexdayê.

Şandeya Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî û aliyên siyasî yên Îraqê civiyabû.