Li Geverê îsal hingiv kêm bûye

17-08-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Geverê îsal hingiv kêm bûye / Wêne: Rûdaw
Li Geverê îsal hingiv kêm bûye / Wêne: Rûdaw
Nîşan Gever Hingiv
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî herêma Şemzîna û Geverê bi hingiviyê xwe bi nav û bang in.

Li vê heremê coreyên hingivên dobe, şane, xilêf û hingivê kîvî berhem tê.

Li wê heremê salane derdora 300 tonên hingivî tê dotin lê îsal li gorî amaran rêjeya berhemê hingivî ji sedî 20 heta ji sedî 30 kêm bûye.

Li Deşta Geverê wekî her sal îsal jî mêşvanan mêşên xwe ji bo hingivê herî baş li binya deştê bi cih kirin.

Xwediyê mêşan Veysel Durmuş zêdetirî 20 salî ye mêşên hingivînî xwedî dike, nêzîkî 150 qovanên wî yên mêşa hene lê îsal her çende bihar gelekî xweş bû jî lê berhemê hingivî ne bi dilê wî ye.

“Îsal berhem gelekî kêm e”

Xwediyê mêşan Veysel Durmuş ji Rûdawê re got:

“Îsal eger em behsa rewşa hingivî bikin gul û kulîlkên zêde hene, tusî û gelek coreyên giya hene, bihar jî gelekî xweş bû, baran jî baş bûn lê îsal berhem gelekî kêm e.”

Di van salên dawî li Geverê êdî jin jî karê xwedîkirina mêşan dikin.

Guneş Elkê yek ji wan e û ew ji Şirnexê çûye Geverê lê bi gotina wê jî îsal berhem li gorî salên borî gelekî kêm bûye.

Xwediyê meşan Guneş Elkê jî goit:

“Em ji Şirnexê hatin, me dît ku bihara vir gelekî xweş bû, me jî got belkî em hingivekî zêde berhev bikin lê îsal hingiv kêm e û rizqê me jî hema evqas bû.”

Di derbarê kêmbûna rêjaya berhemê hingivê îsal de amar di destê Yekîtiya Mêşvanên Colemergê de ne.

Li gorî amaran wê saziyê salane derdora 300 tonên hingivî li herêma Colemergê berhem tê lê îsal bi qasî ji sedî 20 heta 30 kêm bûye.

“200-300 tonên hingivî li Colemergê tên komkirin”

Alîkarê Serokê Yekîtiya Mêşvanên Colemergê Servan Muhammed Durmuş jî got:

“Hezar û 600 endamên me hene, salene derdora 200-300 tonên hingivî li Colemergê tê komkirin.

Îsal bihar dereng hat û hewa dereng germ bû ew jî bû sedem ku kulîlk zererê bibînin.

Hingiv bê qîmet e û berhem kêm e loma rewşa xwediyên mêşan xirab e.”

Kêmbûna berhemê hingivî  bandorê li bihayan jî dike, li nav bazara Geverê hingivê Şemzîna ji 400 lîreyan dest pê dike li gorî coreyên xwe digihe 750 lîreyan.

 Hingivfiroş Kenan Baltuk jî got:

“Li gorî coreyê ser 400, 450 heta 500 lîreyan e, du coreyên din jî hene wekî şane ew jî 500 heta 800 lîreyan diguhere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst