Kîloya goştê golikan 600 lîre derbas kir: Ev salekê zêdetir e goşt li devê hinek kesan neketiye

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê goştê herî erzan 580 lîre ye ku ev jî dike 17 dolarê Amerîkî.

Kiîoya goştê golikan ji 600 lîreyî derbas kir, bi gotineke din kîloya goştê sor ji 19 dolarî jortir e.

Goştê sor li gelek cihan gihiştiye 19 dolaran. Goştê spî ango yê mirîşkan jî ji 100 lîreyî boriye.

Gelek welatiyan ji Rûdawê re got ku ev salekê zêdetir e goştê sor li devê wan neketiye.

Li gorî goştfiroşan heta mûçeya herî kêm 17 hezar lîre be, ne pêkan e ku xelk li gorî dilê xwe goşt bixwe.

Gelek kes hene ku nikarin goştê mirîşkan jî bikirin.

“Ez qesab im lê nikarim bixwim”

Goştfiroş Mehmet Asana ji Rûdawê re got:

“Niha kîloya goştê sor ê bi hestî 480 lîre ye, nerme 630 lîre ye. Yê golikan 600 û 580 TL ye. Qîme 500 lîre ye.

Ez qesab im nikarim bixwim, milet dê çawa bixwe? Di van şert û mercan de tu nikarî goştê mirîşkan jî bikirî. Çiqas diçe şert xirabtir dibin.”

Giraniya li bazarê xwe di rûyê xelkê de jî dide der. Nexasim jî li taxên hejaran.

“Ev salek û nîv zêdetir e min goştê sor nexwariye”

Dikandar Musa Çakar jî got:

“Wileh ez bi xwe nikarim bixwim. Goştê sor li mala min çênebûye. Belkî ev salek û nîv zêdetir min goştê sor nexwariye mesela.”

Bermalî Ajda Yaşarê jî got:

“Nêzîkî 2 meh in min nexwariye. Min nestandiye. Çimkî nikarim bistînim.

Ku wî bistînim nikarim tiştên din bistînim. Em mecbûrî xwarina normal dixwin.”

“Me goştê sor ji bîr kiriye”

Karkerê avahiyan Bakî Durmuş jî got:

“Me goştê sor ji bîr kiriye. Goşt mirîşkan jî biha ye. Jixwe em goştê masiyan qet nabînin.”

Welatî Omer Çok jî wiha got:

“Feqîrek wilehî salê carekê du salan carekê belkî nikare bixwe. Biha ye, bi rastî jî biha ye.”

Bihayê goşt li gorî bajaran diguhere. Dema ku mirov ji Amedê ber Serhedê ve diçe bihayê goşt erzantir dibe.

Ji ber ku bajarên Serhedê cihê xwedîkirina ajalan e, heqê veguhastina goşt li gorî bajarên din kêmtir e.

Ev jî bandorê li ser bihayê goşt dike.