3emîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênan û Avahîsaziyê ya Hewlêrê destpê kir

17-08-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Pêşangeha Veberhênan û Avahîsaziyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sêyemîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênan û Avahîsaziyê ya Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest pê kir.

Pêşangeha ku di 16ê Tebaxê de dest pê kir û heta 19ê Tebaxê berdewam bike ji 12 welatan 180 kompaniyên navneteweyî û herêmî beşdar dibin.

Sêyemîn Pêşangeha Veberhênan û Avahîsaziyê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê hat vekirin. Mesrûr Barzanî behsa girîngiya pêşxistina sektorên cuda yên veberhênanê kir û got, "Nabe ku sermayeguzarî tenê di avahîsaziyê de be û divê girîngî bi beşên din ên wekî pîşesazî û çandiniyê jî bê dayîn.

Îsal li gorî salên borî hejmara kompaniyên biyanî yên beşdarî pêşangehê bûne ji sedî 30 zêde bûye.

Birêveberê pêşangehê Herî Selam ji Rûdawê re axivî û got "Ev pêşangeh dê sermayedarên biyanî bi bazarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide nasîn û berhemên wan dê bigihin bazaran û bi vî awayî sektora mal û milkê dê zêdetir vejînê bibîne."

Qebareya sermayeguzariyê di sektora xaniyan de li Herêma Kurdistanê zêdetirî 17 milyar dolar e.

Sermayeguzariya sektora xaniyan li Herêma Kurdistanê zêdetirî 17 milyar dolar e.

Ji zêdetirî 1,000 projeyên veberhênanê yên ku ji sala 2006-an vir ve hatine bicîh kirin, nêzîkî ji sedî 32ê wan projeyên niştecîhbûnê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst