Kurdistan û Îranê çend girêbest îmze kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de hejmareke girêbestan hat îmzekirin ku tê çaverêkirin bazara çerm û peywendiyên bazirganî yên di warên din de di navbera herdu aliyan de geştir bibin.


Li Herêma Kurdistanê û di çarçoveya pêşangeha kelûpelên çermî, hejmarek ji girêbest û rêkeftinên navbera bazirganên Herêma Kurdistanê û bazirganên parêzgeha Hemedana Îranê hatin îmzekirin.


Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekirinê yê Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand ku  girîng e rê bo peywendiyên aborî û bazirganî bi parêzgeha Hemedanê re bê vekirin.


Parêzgarê Hemedanê Seîd Şahroxî jî ji Rûdawê re aşkere kir ku li Hemedanê hezar kompaniyên pîşesaziya çerm hene û di çarçoveya hinardekriina kelûpelên çermî bo Herêma Kurdistanê, hejmarek rêkeftin û girîbest hatine îmzekirin û li bendê peywendiyên bazirganî navbera Herêma Kurdistanê û Îranê gaveke nû pêşve biavêje.