Li Deşta Mêrdînê dirûna genim dest pê kir

17-06-2021
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Mêrdînê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di hilberîna genim de xwedî pareke girîng e, tê pêşbînîkirin ku îsal bi qasî 800 hezar ton were berhemanîn.

Li Mêrdîna ku çandinî sektora serkêş e, dirûna zeviyên genim berdewam e. Ji sedî 75ê Deşta Mêrdînê ya 3 milyon donimî, genim tê ajotin.

Cotkarên ku sibehê zû diçin ser zeviyên xwe, li bendê ne ku îsal serê donimê di navbera 500 û 750 kîlogramî de berhem were.

Genimê ku tê dirûn û li kamyonan tê barkirin, bo Navenda Bazirganiya Dan û Dexl a Qoserê tê şandin.

Kîlograma genim ê ji bo maqirneyê bi 2,9, yê ji bo nanpehtinê jî bi 2,75 lireyî tê firotin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Menduh Dinler diyar kir, ji ber sedemên avûhewayê, ber û berhema zeviyên bejî yên nayên avdan, kêm e.

Dinler da zanîn ku ji zeviyên avî jî ew li bendê ne ku serê donimê di navbera 500 û 750 kîlogramî dw berhem were û got: “Li zeviyên me yên avî înşelah ziyan dê zêde çênebe. Em li benda bi qasî 800 hezar ton berhemî ne.”

Dinler bal kişand ku van salên dawîn bi xebatên tên kirin ve şewata pirêzeyan kêm bûye û wiha pê de çû: “Berê genim dihat dirûn, lê kaya wê zêde bi qîmet nebû. Lê niha ligel genim, qîmeta kayê jî zêde bûye. Ji dekarekî 750 kîlogram ka tê. Bo parêzgehên nêzîk tê şandin. Ji bo Agirî, Mûş, Wan û parêzgehên Herêma Anadoluya Navîn tê şandin.”

Cotkar Murat Talayhan ê xelkê gundê Aydogdu li Qoserê jî diyar kir, ew serê sibehê zû saet 05.00an dest bi dirûnê dikin.

Murat Talayhan destnîşan kir ku ew ji bihayê genim ê îsal razî ne û got: “Em li rexê sînorê Sûriyeyê genim didirûn. Ber û berhem baş e, em kêfxweş in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst