Li Sûriyeyê grama zêr bû milyonek û 5 hezar lîre
Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyeyê bihayê zêr rekoreke nû tomar kir.
Niha grama zêrê 21 eyar bûye milyonek û 5 hezar lîreyên Sûrî.
Li hêla din, grama zêrê 12 eyar roja 15ê Gulanê bi bi 985 hezar lîreyan hatibû firotin.
Berî krîz û şerê navxwe yê Sûriyeyê grama zêrê 21 eyar bi hezar û 805 lîreyan bû.