Li Qamişlo hejmarek şofêrên servîsan kar baykot kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek şofêrên servîsan ji ber ku nêzîkî hefteyekê ye, ji beşa xwe ya benzînê bêpar mane kar boykot kirin.

Li gor çavkaniyeke taybet bi Rûdawê ji Desteya Dabeşkirine Sotemeniyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, îro17ê Gulana 2022ê, nêzîkê hefteyekê ye sotemenî ji desteya dabeşkirinê re nehatiya şandin, vê yekê jî pirsigrêk bo şofêran derxist û hejmarek şofêrên fox û servîsan li bajarê Qamişlo kar boykot kirin.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re got, pirsigrêka îro ya wan şofêran bi dabînkirina sotemeniya azad a bi bihayê 410 lîreyên Sûrî û bi mercê nerxê veguhestinê giran nekin hat çareserkirin. Herwiha da zanîn ku kar li ser wê yekê dikin çareseriyeke bingehîn ji pirsgirêkê re bibînin.

Li bajarê Qamişlo çar benzînxane bo şofêrên fox û servîsan hatine destnîşankirin ku rojane ji 25 heta 30 lître mazot bi 85 lîreyên Sûrî bidin şofêran. Ev di demekê de ye ku mazota azad bi 410 lîreyên Sûrî ye û hemû caran bi dest nakeve.