Li Tirkiyê meha borî herî zêde Rûsan xanî kirîne

17-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiyê di Nîsana îsal de li gor heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan %38.8 zêde bûye û hejmara xaniyên hatine firotin gehiştiye 133 hezar û 58 xaniyan û herî zêde jî Rûsan xanî kirîne.

Saziya Amaran a Tirkiyê amarên  firotina avahiyan ên Nîsana 2022ê eşkere kirin.

Li gor amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Nîsanê de li gor heman meha sala borî firotina xaniyan ji sedî 38.8 zêde bûye û herî zêde jî li parêzgeha Stenbolê û herî kêm jî li Erdexan û Colemergê hatine firotin.

Herwiha li Stenbolê 26 hezar û 330, li Enqerê 12 hezar û 195 û li Izmirê jî 8 hezar 459  xanî û li Erdexan û Colemêrgê jî 25 xanî hatine firotin.

Li gor heman amaran ligel zêdebûna firotina xaniyan, rêjeya firotina xaniyan bo welatiyên biyanî jî bi rêjeya 58.1 zêde bûye û gehiştiye 6 hezar û 447 xaniyan. Herwiha di meha Nîsanê de welatiyên Rûsyayê bi kirîna hezar û 152 xaniyan yekemîn, welatiyên Iranê bi 905 xaniyan duyemîn û welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi kirîna 714 xaniyan di rêza sêyemîn de ne.

Biyaniyan bi kirîna 2 hezar û 564 xaniyan herî zêde li Stenbolê û piştî Stenbolê jî herî zêde li Antalya 970 xanî û Enqerê jî 333 xanî kirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst