Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim û ceh diyar kir

18-05-2020
RÛDAW
Cotyar û aborînasên Rojavayê Kurdistanê biryara Rêveberiya Xweser rexne dikin
Cotyar û aborînasên Rojavayê Kurdistanê biryara Rêveberiya Xweser rexne dikin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Genim û Ceh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser biryar daye her kîloyeke genimê cotkaran, bi 225 lîreyên Surî bikire, ew jî dike nêzîkî 13 sentan, di demekî de, li ser asta cîhanê, bi 50 sentan e. Cotyar û aborînasên Rojavayê Kurdistanê vê biryara Rêveberiya Xweser rexne dikin.

Nirxê ku Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser ji bo genimê cotyaran destnîşan kiriye û daketina nirxê lîreya Sûrî li hember dolar bûye mijara herî germ li Rojavayê Kurdistanê. Cotyar û aborînas rexneyan li biryara Rêveberiya xweser digirin û daxwaz dikin û buhayê genim careke din di bin çavan re bê derbaskirin.

Di dema beşdarbûna bernameya Çavê Sêyem a radeoya Rûdawê de, Endezyar û şarezayê çandiniyê Mihemed Fatimê, got: “Eger pirsgirêka nirxê erzan a genim çareser nebe, dê zirar bigihêje cotyaran û dibe ku pêleke din a koçberiyê çêbibe û xelk dev ji zeviyên xwe berdin.  Dê bandoreke pir xirab li ser herêmê hebe. Divê Rêveberiya Xweser barê xwe hilgire da ku milet hinekî li ser lingên xwe bisekine. Herî kêm divê buhayê 1 kîlo genim 350 lîreyên Sûrî be, heta ku xelk karibin jiyana xwe berdewam bikin.

Aborînasê Kurd Xorşîd Elîka jî di heman bernameya radeoya Rûdawê de,  got: “Li gor nirxê ku Rêveberiya Xweser ji bo genim destnîşan kiriye ku 1 kîlo bi 225 lîreyên Sûrî ye, dike nêzî 13 sentan ji dolar, eger pereyên Sûrî hîn dakevin dibe ku nirxê kîloyê bibe 8-7 sentan ji dolar, lê nirxê genim li ser asta cîhanî 50 sent e. Eger Rêveberiya Xweser buhayê kîloya genim zêde neke, pere gelek nagihêjin cotyaran. Ji sedî 60 xelkê herêmê pişta xwe bi çandiniyê girê didin, eger pere nebin, xelk nikare tiştan ji bazarê bikire, lewma bazar sar bibe. Wekî bazara xanûberan û hemû bazarên din. “

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê biryar daye ku 1 kîlo genim bi 225 lîreyên Sûrî ji cotyaran bikire. Li gor şarezayên aborî daketina rojane ya nirxê lîreya Sûrî li hember dolar dê li gor vî nirxê destnîşankirî dê ziyaneke mezin bigihêje cotyaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst