Nirxê şîrê zarokan li Rojavayê Kurdistanê buha bûye

17-05-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Qutiyeke şîr bi 5 heta 8 hezar lîre ye
Qutiyeke şîr bi 5 heta 8 hezar lîre ye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Şîrê Zarokan
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê ji ber daketina lîreya Sûrî û kirîza aborî, şîrê zarokan buha bûye û qutiyek şîr bi 5 heta 8 hezar lîreyan e, wê yekê jî wiha kiriye ku beşek ji dê û bavên zarokan carna bi zehmetî şîr peyda dikin an jî nakin.

Li Rojava Kurdistanê piştî daketina lîreyê sûrî her qûtiyeke şîr ji 5 heta 8 hezar lîreyê Sûrî tê firotin û her qutiyek şîr 5 rojan têra zarokekî dike, wate her meh malbat divê derdora 30 hezar lîreyan şîrê zarokên bikirin ku di demekê de mûçeya karmendên Rêveberiya Xweser ji 40 hezar heta 150 hezarî ye.

Karker Ciwan Mihemed dibêje: “Ez karker im meha min bi 35 hezar lîreyê yreyên Sûrî ye, lê qutiya şîr bi 6500 lîre ye. Temenê wan dibe 6 meh em şîrê çêlikan didin wan .”

Ji dema zarokê çêdibe heta ku temenê wî dibe 6 meh bi tenê şîr vedixwe , piştî 6 mehan jî şîr dîsa tiştê herî  serek dimîn di sîstema xwarina zarokan de.

Gelek caran şîrê dayîkê dema kêm dibe yan jî namîne, pizîşkên zarokan şîrê qutyan weke bijarda pêşniyarê dê û bavn dikin.

Pizîşkê Zarokan Ebdulrehîm Ehmed jî dibêje: “Ji sedî 10 heta 15 şîrê xwe didin zarokên xwe, yên din şîrê qutiyan didin zarokên xwe. Herwiha beşek jî şîrê çêlikan didin zarokên xwe, lê bandor van tiştan li ser geşpêdana laş û mêjiyê zarokê heye.”

Li Herêma Cizîrê nêzîkî 12 curên şîrê zarokan hene, ji aliyê 4 birîkarên kompaniyên şîr ve ku bi dolar ji  Şamê û Başûrê Kurdistanê hawrde dikin li ser 411 dermanxaneyên herêmê tên belavkirin.

Wekîlê Kompaniya şîrê Modilacê Hozan Şêxî dibêje: “Nirxê şîr li ser astê cîhanî 4.2 dolar in ji beriya 10 sal in heta weke niha ,lê beriya 10 sal in dolar bi 47 lîreyê Sûrî bû û niha jî bi 1630 lîre ye.”

Nirxê şîrê qutiyan li Rojavayê Kurdistanê di navbera 5000 heta 8500 lîreyê Sûrî de ye, bi kêmanî her zarokek sava mehane 6 qutî şîr vedixwe ku dike 30 hezar heta 51 hezar di demekê de mûçe di navbera 40 heta 150 hezar lîreyê Sûrî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst