Iraqê karê banka Bîlad El-Îslam da sekinandin

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Iraqê karên Banka Bîlad El-Îslam û serokê encûmena kargêrî ya vê bankê, Aras Hebîb Mihemed Kerîm da sekinandin.

 

Ev rêkar ji aliyê Banka Navendî ya Iraqî ve derbarê Aras Hebîb de hate kirin, ku ew kandîdê parlamentoya Iraqê ye li ser lîsta Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî.

 

Li gorî nivîseke Banka Navendî ya Iraqê, piştî wê yekê hat, ku Banka Bîlad El-Îslam û serokê encûmena kargêrî ya vê bankê ketin nav lîsta Ofîsa Çavdêriyê ya Bingehîn a Amerîkayê (OFAC) û bi gihandina alîkariyan bi Supaya Pasdaran a Îranê û bernameyên serbazî yên wî welatî hatin tohmetbarkirin.

 

Banka Navendî ya Iraqê herwiha derbarê biryara xwe ya derbarê Banka Bîlad El-Îslam de ragihandiye, ku bi piştgirêdana bi rêkevtinnameya mohrkirî ya ji aliyê Iraqê ve û herwiha ji bo parastina saxlemiya sîstema darayî û bankî ya Iraqê, biryar hate dan ku ev rêkarên weke ragirtina karên vê bankê, çavdêrîkirin li ser hemû hejmarên bankî yên wê û serokê Encûmena Kargêr a vê bankê, Aras Hebîb, û çavdêrîkirin li ser alûgorîkirina pişkên bankî û pişkên tomarkirî yên bi navê serokê encûmena kargêrî ya vê bankê li hember vê bankê bihêne cîbicîkirin.

 

Wezareta Darayî ya Amerîkayê çend roj berî niha dorpêçên darayî û aborî yên ser Îranê tundtir kir û navê Serokê Banka Navendî ya Îranê, Welîyullah Sêyf û Banka Bîlada Îslamî ya Iraqê bi tometa alîkarîkirina Supaya Quds a Îranê xiste nava lîsta dorpêçên li dijî Îranê de.