Projeya Pêşxistina Ajaldariyê: Serê malê 20 mih

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Wartoya Mûşê qaymeqamtiyê di çarçoveya “Projeya Pêşxistina Ajaldariyê” de ji bo 67 malbatan her yekê 20 mih dan.


Qaymeqamê Wartoyê Mehmet Nurî Çetîn daxuyaniyek da û got ew ji bo cîwan û kesên feqîr projeyan çêdikin. 




Çetîn got ku di vê çarçoveyê de wan bi awayekî ku ji bo her malbatê 20 mih bikevin bi tevahî arîkarî dane 67 malbatan.




Qaymeqam Çetîn wiha axivî: "Li vê derê ji bo ajaldariyê gelek zozan û cih hene. Cotkarên vê derê dikarin jê vê îstîfade bikin. Me niha bi vê projeyê gelek mih belav kirin. Hin mihên me 5 berx anîn. Bi vê cotkarên me gelek kêfxweş bûn.  Armanca me ew e ku em mihan belavî 300 welatiyên xwe bikin. Bi sayê vê wê bêkarî jî kêm bibe." (aa)