'Genc li dû derfetên kar ên hikûmetê naçin'

17-05-2013
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên wezareta kar û karûbarên civakî bi gilî û gazin in ji ber wan gencên ku doza kar li wan dikin û li dû wan karan naçin ku ji wan re dibînin.

 

Gava gencek pêsîra wezareta kar digire, rêveberiyên wezaretê serdana şîrket û karsazan dikin, da karekî jê re bibînin. Lê berpirsekî wezaretê got, genc bi wan karan razî nabin ku ji wan re dibînin.

 

Li gor amara wezareta kar û karûbarên civakî, di hundirê 9 salên borî de, 32 hezar û 900 kesan formên bêkariyê tijî kirine, ku 21 hezar û 751 kes ji wan nêr bûn û 11 hezar û 149 kes jî mê bûn. Lê tenê 1694 kesan dest bi kar kirin (1209 nêr û 485 mê.)

 

Dilawer Enwer Kawanî ku berpirsekî wezareta kar e, dibêje: “Mixabin gencên me naxwazin kar bikin. Çiku em kar ji wan re peyda dikin, lê ew pê razî nabin. Ji sedî 90ê gencên ku em kar ji wan re dibînin, kar nakin.”

 

Kawanî nexwest peyva “tembel” bi kar bîne, lê got: “Bi rastî hinek gencên me zexel in.” Li gor gotina navborî, niha rêjeya bêkariyê li Herêma Kurdistanê pir kêm bûye, ji ber zêdebûna projeyên xizmetguzariyê û hebûna hejmareke zêde ya şîrketên navxweyî û biyanî.

 

Îsal keç bêhtir li kar digerin

 

Li gor amarên wezareta kar, di çend mehên dawî de daxwaza kar ji aliyê jinan zêdetir bûye. Sedemê wê jî kêmbûna rêjeya bêkariyê di nav mêran de ye û hezkirina jinan ku pişta xwe bi xwe girêdin.

 

Li gor amara wezaretê, di sê mehên borî yên îsal de 1990 formên bêkariyê hatine belavkirin (897 form ji bo mêran û 1093 form ji bo jinan.)

 

Ji bo dîtina kar ji wan bêkaran re, komîteyeke wezareta kar serdana 361 proje û şîrketên taybet kir û 237 derfetên kar ji bêkaran re dît. Lê tenê 67 kesan qayîl bûne kar bikin, ên din razî nebûne.

 

Ebdulla Mihemed Sabir kolêja yasa xilas kiriye, lê heta niha bêkar e û dibêje: “Min gellek caran doza kar li wezareta kar kiriye, lê bersiveke xweş nedane min. Ez genc im û bêhêvî nabim. Ger hikûmet jî kar ji min re nebine, ez ji jiyanê bêhêvî nabim.”

 

Li gor Çîmen Osman, pirraniya wan derfetên kar ku ji aliyê hikûmetê ji gencan re tên dîtin, ji kuran re nabin: “Çiku meaşê wan kêm e. Berpirsyariya xortan zêdetir e û divê pereyên zêdetir kom bikin.”

 

Lê Karzan Elî Îbrahîm ku berpirsekî wezareta kar e, dibêje: “Bi biryareke serokayetiya civata wezîran divê meaş ne kêmî 285 hezar dînaran be. Herwiha divê wek xwe nemîne û bê zêdekirin li gor kar û pisporiyê.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst