Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê: Gaza Derya Reş sibe digihe bejayê

17-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Fatîh Donmez ragihand ku wan vanayên boriyên gaza xwezayî ya li Deryaya Reş vekirine û got ku dê sibe roja Sêşemê ew gaz ji nav deryayê bigihe bejayê.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Fatîh Donmez  roja îro Duşemê 17ê Nîsana 2023yan serdana bajarê Eskîşehîr yê Tirkiyê kir ku bixwe ji wî bajarî berbijêrê AK Partiyê yê parlameneteriyê ye, derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Ev demeke Tirkiye behsa wê yekê dike li Deryaya Reş yedekeke zêde ya gaza xwezayî hatiye dîtin, Donmez ragihand, wan dest bi derxistina wê gazê kirine û dê sibe roja Sêşemê 18ê Nîsana 2023an ji nav deryayê bigihije bejayê.

Ev di demekê de ye Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo wê postê Recep Tayyip Erdogan roja Înê 14ê Nîsana 2023an derbarê gaza xwezayî ya li Deryaya Reş de gotibû “Eger bibe nesîb em 20ê Nîsanê dest bi derxistina gaza xwe ya xwezayî dikin. Niha hemû hesab û planên me li gor vê yekê ne.”

Biryar e 20ê Nîsanê roja Pêncşemê Serokkomarê Tirkiyê bi merasîmekê destpêkirina berhemanîna gaza xwezayî ya ji nav Deryaya Reş ji raya giştî re rabigihîne.

Serokkomarê Tirkiyê 21ê Tebaxa 2020an de ragihandibû ku wan yedeka herî mezin a gaza xwezayî ya  dîroka Tirkiyê li Deryaya Reş vedîtiye.

Li gor berpirsên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ya Tirkiyê despêkê li 2 hezar 100 metre kûrahiyên Deryaya Reş 320 milyar metresêca û piştre jî bi vedîtinên nû 710 milyar metresêca gaz li heman deryayê hatiye vedîtin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Fatîh Donmez got: “Duh bi şev ji demjimêr 24an û şûnde me vanayên li ser bîrên xwe vekirin û me dest bi dagirtina wan boriyan kir ku me li bin zemînê deryayê danîne. Ev dem derdora 30 demijimêr e. Înşallah sibe dibe ku van demjimêran gaza xwezayî bigihe bejayê. Ji xwe roja Pêncşemê jî weke hûn hemû dizanin, bi merasîmekê berî cejnê em dê vê mizginiyê bidin welatiyên xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst