Tirkiye: Dolarê Amerîkî 19,50 lîreyê Tirkî derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê di roja yekemîn a hefteyê de li bazarê nirxê lireyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî daket û 1 dolarê Amerîkî gihişte 19.58 lîreyê Tirkî.

Piştî demeke dirêj îro Duşemê 17ê Nîsana 2023an nirxê yek dolarê Amerîkî 19.50 lîreyê Tirkî derbas kir û rekoreke nû şikand.

Li Stenbolê di bazara azad de demjimêrên sibê de yek dolar bi 19.38 lîreyê Tirkî bû û piştî çend demjimêran gihişte 19.58 lîreyên Tirkî ku ji bo sala 2023an rekoreke nû ye.

Roja Înê 14ê Nîsana 2023an  nirxê yek dolarî bi 19.36 lîreyên Tirkî hatibû firotin.