Li Tirkiyê 13 milyon xanenîşîn li kar digerin

17-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê 13 milyon û 700 hezar kesên xanenîşîn li kar digerin û 6 milyon ciwanên dixwazin bixebitin kar peyda nakin.

Platforma Ar-Ge Bilim bi serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Fethi Akçel, derbarê neyeksaniyên di heyama Partiya Dad û Geşedanê (AKP) de raporek amade kir. Li gor raporê, Li Tirkiyê 13 milyon û 700 hezar kesên xanenîşîn li kar digerin û 6 milyon ciwanên dixwazin bixebitin kar peyda nakin.

Li gor raporê, di navbera salên 2015 û 2020ê de aboriya Tirkiyê biçûk bûye û dahata xwecihî (netewî) ji 864 milyar dolaran daketiye 720 milyar dolaran. Ji ber enflasyonê asta dahata %90ê xelkê daketiye. Li gor meha Kanûna 2021ê Tirkiye di rêjeya enflasyona bilind de li ser asta cîhanî di nav 178 welatan de di rêza 8an de cîh digre.

17 milyon kes nikarin xoraka pêwîst peyda bikin û di nav hejariyê de dijîn. Xwarina pêwîst bi dest %20ê zarokan nakeve û ji ber paqijiyê rûbirûyê pirsgirêkên tendirustiyê dibin. Tirkiye sala 2020ê di nav welatên Ewropayê de duyemîn welat e ku hejmara zarokên hejar lê zêde ye.

Li gor raporê, li Tirkiyê sala 2020ê %32ê ciwanên di navbera salên 15-29 salî de derfetên kar peyda nekirine û di nav sîstema perwerdeyê de cih negirtine, 6 milyon ciwan jî bêkar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst