Şîrketa TOYOTA cardin hinek beremên xwe ji bazarên cîhanê vedikêşe
Hewlêr (Rûdaw) – Şîrketa TOYOTA ya Joponî ya çêkirina otomobîlan cardin ragihand ku ji ber arîşeyek teknîkî dê 200 hezar otomîlên xwe ji bazarên Amerîka vegerîne. Nûnerê TOYOTA yê Kurdistanê jî dibêje, heta niha tu şikayetek li ser arîşeyên teknîkî yên otomobîlên TOYOTA nehatiye tomarkirin.
Şîrketa japonî ya çêkirina otomobîlan a bi navê TOYOTA, cardin ragihand ku ji ber arîşeyek tenîkî dê 200 hezar otomobîlên xwe ji bazarên Amerîka vekişîne.
li gorî agahiyên şîrketê, di otomobîlên curê TOYOTA-FJ Cruiser de kemerên ewlehiyê tûşî arîşeyê dibin û dema deriyê otomobîlê bi tundî bê girtin, hesinê ku bi serê kemerê ve heye diderize.
Beriya niha jî şîrketa TOYOTA, ji ber hinek arîşeyên teknîkî nêzîkî milyonek otomobîlên xwe ji bazarên cîhanê vekişandibû.
Ji aliyekî din, nûnerê TOYOTA li Iraq û Kurdistanê Mazin Mihemed, ji Rûdawê re diyar kir ku şîrketa TOYOTA daxwaz ji me nekiriye ku otomobîlên ji curê TOYOTA FJ-Curiser ji bazarên Iraqê bên vekişandin.
Mihemed got ku heta niha kesî li ser otomobîlên TOYOTA şikayet nekiriye.