Ji Meletiyê di 6 mehan de 222 milyon dolar mişmiş hatine hinardekirin

17-02-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Meletî Bakurê Kurdistanê Mişmiş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ve di 6 mehên destpêka werza mişmişan de ji meha Tebaxa 2021ê heta meha Çileya 2022an 51 hezar û 731 ton mişmişên hişk bi bihayê 222 milyon û 619 hezar dolaran hatine hinardekirin.

Parêzgeha Meletiyê ku %85ê mişmişên hişk ên cîhanê lê tên berhemanîn sal bi sal hinardeya xwe zêde dike.

Berpirsên parêzgeha Meletiyê ragihandine, armanca wan ew e ku di werza îsal de ji Meletiyê ve 100 hezar ton mişmiş bê hinardekirin û 500 milyon dolar dahat bidest bixe.

Remezan Ozcan, Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê ragihandiye, “Helbet di şeş mehên destpêkê ku di meha Tebaxa 2021ê de destpê dike û heta dawiya meha Çileyê ya 2022an me bi bihayê 222 milyon û 619 hezar dolaran, 51 hezar û 731 ton mişmiş hinarde kirin û bo welat û bajarê me dahat bidest xist. Dema em li amarên şeş mehên destpêkê dinêrin, ji bo hedefa 100 hezar ton û 500 milyon dolar dahat me hinardeyeke baş kiriye. Înşallah, em ê dê heta werza nû ya 1ê Tebaxa 2022an hedefa xwe bigrin.”

Di hinardeya Meletiyê ya mişmişan de bazara herî baş welatên Ewropayê ne. Ji Meletiyê di 6 şeş mehên werza îsal de 16 hezar û 636 ton mişmiş bo Ewropayê hatine hinardekirin, ku Fransa bi 4 hezar û 414 tonan di rêza yekem de cih digre.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê, Remezan Ozcan dibêje, “Di vir de faktora herî girîng ew e ku, em di bazara Ewropayê de mane û me dahata xwe zêde kiriye. Em ji vê yekê kêfxweşin. Dema em li tevahiya Ewropayê dinêrin, me 16 hezar û 637 ton mişmişên hişk hinarde kirine û li beramber de 80 milyon 593 hezar dolar dahat bidest xistiye. Ev rêjeyeke girîng e. Li gor sala par jî hinardeya me bo Ewropayê %27 zêde bûye. Di hinardeya me ya Ewropayê de jî Fransa di rêza yekem de cih digre. Me 4 hezar û 414 ton mişmişên hişk hinardeyî Fransayê kiriye û 21 milyon 304 hezar dolar dahat bidest xistiye.”

Meletî di hinardeya şitil û dendikên mişmişan de jî xwedî cihekî girîng e. Di sala 2021ê de bi bihayê 17 milyon û 321 hezar dolar dendikên mişmişan ji Meletiyê ve hatine hinardekirin. Herwiha di 5 salên dawî de 4 milyon û 110 hezar û 400 şitilên mişmişan hatin berhemanîn ku piraniya wan bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine firotin.

Meletî di asta cîhanî de berhemhênerê herî mezin ê mişmişan e û ji 17 milyon darên mişmişan ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 8 milyon dar li Meletiyê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst