Li Tirkiyê navê 3.5 milyon bikarhênerên kartên krediyê kete lîsta reş

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên ku di şûna pereyê next de karta krediyê bi kar tînin, 54 milyon kes e. Ji ber qeyrana aboriyê nêzî 3 milyon û 500 hezar kesên ku karta krediyê bi kar tînin ji ber faîzên zêde nikarin deynê xwe yên bankan bidin. Hikûmet ji bo ku pêşî li vê aloziyê bigre dixwaze bi riya bankayên dewletê bi faîzeke kêmtir deynê van deyndaran  biqedîne. Lê saziyên pêwendîdar dibêjin ev jî nabe çareseriyeke mayînde.

 

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nêzî 3 milyon û 500 hezar kesên ku karta krediyê bi kar tînin li bankan ketin lîsteya reş.

 

Bankan derbarê van kesên ku nekarîn ji ber faîza zêde deynê xwe bidin de lêpirsîna darazî da destpêkirin.

 

Ji ber qeyrana aboriyê bikaranîna kartên krediyê jî faîzan ji sedî 0.98 derxist ji sedî 2.7'an. Ji ber pêşketina sîstema bankan êdî kêm welatî hene ku kartên krediyê bi kar naynin. Piraniya danûstandinan êdî li ser van kartan tên kirin.

 

Rêveberê Marketeke Taybet ji Rûdawê re dibêje: Rojê nêzî 750 krîgerên me tên marketê. Ji wan 400 kes kartên krediyê lêdixin. Ji ber ku faîzên van kartên krediyê zêde ye, em dixwazin faîza wan kêmtir be.

 

Ji ber ku nikarin deynên kartên krediyê bidin gelek kes ketine ber hacîzê. Banka dixwazin bi riya dadgehan di şûna deynên xwe de mal û milkên wan desteser bikin.

 

Welatiyên Amedê li ser vê yekê ji Rûdawê re axivîn û nerîna xwe anîn ziman.

 

Hacî Raûf got : “Tu welatiyek nikare heqê kartên xwe yên krediyê bide. Faîz pir bilind in, bila daxin.”

 

Mihemed Seîd Yakar dibêje: “Bê faîz milet nikare xwe xwedî bike îcar dikarî pereyê bi faîz bidî?”

 

Huseyîn Canboga jî diyar kir: “Heta îmkanên mirov hebe mirov kartên krediyê bi kar neyne çêtir e, baştir e.”

 

Hikûmet ji bo ku pêşî li aloziya bankan û bikarhênerê kartên krediyê bigre, biryar da bi riya bankayên dewletê bi faîzeke hindiktir pere bide deyndaran da ku deynê xwe yên bankayên taybet bigrin. Lê li gorî saziyên mafên mezêxeran ev yek jî nabe çareyeke rasteqîn.

 

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mezêxeran, Turhan Çakar ragihand: “Ev tedbîrên demborî ne. Ev pakêta hikûmetê ne çare ye. Dewlet bi riya bankaya xwe dê bi faîzek kêmtir deyn bide deyndarên kartên krediyê. Vî deynî jî tenê dide wan kesên ku dahata wan heye. Baş e li Tirkiyeyê ji 4 milyonî zêdetir bêkar hene, dê ew çi bikin? Dewlet heta pirsgirêka bêkariyê çareser neke pirsgirêka deyndarên kartên krediyê jî çareser nabe.”

 

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di berîka welatiyan de 54 milyon kartên krediyê hene. Ev jî tê vê wateyê ku her kesek ji 2 kartan zêdetir bi kar tîne. Di her qeyraneke aboriyê de hejmara deyndarên kartên krediyê zêdetir dibin.