KURDISTAN/BELÇÎKA – Konferansa aboriyê tê sazkirin

17-01-2017
Zinar Şîno
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Flanders Belçîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Antwerpen (Rûdaw) – Li Belçîkayê kongferansa aborî ya havbeş a Harêma Flanders û Herêma Kurdistanê tê lidarxistin û bi vî armancî şandek ji hikûmeta Herêma Kurdistanê çûye vî welatî.

 

Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno ji bajarê Antwerpen ragihand; “Biryare îro (17-01-2017) demjimêr 14.00ê konferans dest pê bike û dê di konferansê de panel bên pêşkeşkirin.”

 

Wezîrê Planadanînê yê Herêma Kurdistanê Elî Sindî serokatiya şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

 

Ji herêma Flandersa Belçîkayê jî hejmareke kesayetî, pişesaz, bazirgan û veberhêner û herwiha berpirsên herêmê jî amade dibin.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî derbarê konferansê de ji Rûdawê re ragihand; “Serokê Herêma Flandersê Geert Bourgeois li ser vexwendina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî serdana Kurdistanê kiribû. Di vê serdanê de biryar hatibû dayîn pêwendiyên her du herêman ji hemû aliyan ve bê pêşxistin. Herêma Flander bi taybetî di warê bazirganî, pişesazî û çandiniyê de pêşketî ye. Pêwîstiya Herêma Kurdistanê jî ji ber krîza darayî bi bazirganî û pişesaziyê heye.”

 

Ajgeyî daxuyand, ku bi vî armancî biryara sazkirina konferansê dane û bi taybet jî dixwazin jûrên bazirganiya herdu herêman birêbixin.

 

Biryar e 60 şîketên giring ên herêmî jî beşdarê vê konferansê bibin.

 

Dîlawer Ajgeyî da zanîn, ku Herêma Flandersê biryar daye bi armanca dermankirinê hinek pêşmergeyên birîndar bîne Belçîkayê.

 

Herwiha biryar e ku di Nîsana îsal de jî şandeke bilin a şîrketên Belçîkayê serdana Herêma Kurdistanê bikin.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst