Projeyek ji bo firotina berhemên destê jinan hat vekirin

17-01-2017
Mustafa Bayar
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Bi mebesta ku her cûre berhem û kelûpelên ji destê jinan derdikevin bên firotin li Kadikoya Stenbolê projeyeke bi navê “Dikana Potlaç” hate destpêkirin.


Komek jin, bo debara xwe,  bi dehan cûre berhemên xwe li vê dikanê datînin û weke xebateke kolektîf ev proje dê berdewame hate bigihêje bazareke mezin ya jinan


Stenbol bajarekî gelekî mezine ku derfetên kar lê zêde ne. Lê belê digel vê yekê her kesek derfeta kar bi dest naxe. Bi taybetî jî jin di dîtina kar de zehmetiyan dikişînin.


Şaredariya Kadikoyê bo derfetekê bide jinan projeyeke bi navê "Dikana potlaç" daye destpêkirin.  Li Dikana Potlaç ji xemlên malan bigire heta cilûberg, xiştok û gelek pêdiviyên din jiyanê heye û hemû bi keda destên jinan ve têne çêkirin.


Koordinatore Projeya Potlaçê Durdane Adiguzel ji Rûdawê re wiha got:


"Beriya 2 salan li Şaredariya Kadıköyê komxebateke jinan birêve çû. Di wê komxebatê de, berhemên destkariyê yên jinan hatibû rojevê û pêdiviya projeke wiha hatibû pêşniyazkirin ku jin berhemên xwe lê bifroşin. Şaredariya Kadıköy jî xwedî pêjniyazê derket. Arnanc ew e ku  di navbera Jinan toreke piştgiriyê were danîn, qadên jinan çê bibînin, cihê Jinan yên di qadên civakî de were xurtkirin. "


470 jin endamên proje dikana potlaçe û her jinek bi 10 berhemên xwe dikanê dixemilînin.


Herwiha endamên potlaçê kêfxweşin ku projeke wiha heye û dibêjin bi saya projeyê di navbera jinan de hevkariye xurt çê dibe, deriyekî aborî vedibe û ew ji tevlî qadên civakê dibin.


Emdama Potlaçê Şafak Pek jî got: "Projeke nûwaze ye. Him me teşwîq dike, him em berhemên xwe lê difroşin û him jî em bêhtir plankirî dibin. Ji bo me gelekî baş bû û em gelekî kêxweş in."


Endama Potlaçê Nazan Toktay jî wiha axivî: "Proje gelekî baş e. Derfeteke mezin dide me ku em bi wê asoya xwe berfireh dikin. Rê li ber me xweş dike ku em karên cihêreng derxînin holê. Hercarê em 10 berhaman datînin û her ku têne firotin em yên nû dixin şûna wan."


Dikan ji bilî roja Dûşemê, her roj, ji saet 10:00an heta 21:00an vekiriye. Li aliyê din jin dikarin bê pere beşdarî wan kurs û atolyeyan jî bibe ku di çarçoveya Projeya Potlaç têne vekirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst