Ingo Wortmann: Pêdiviya me bi karkerên Sûriyeyî heye
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekitiya Kompanyayên Veguhastinê ya Almanyayê Ingo Wortmann da zanîn ku pêdiviya wan bi karkerên Sûriyeyê heye.
Piştî ku li Sûriyeyê desthilata Esed rûxiya gotegotên vegerandina koçberên li Tirkiye û Almanyayê di rojevê de ye.
Li her du welatan jî di sektora xizmetguzariyê de roleke girîng a Sûriyeyiyan heye.
Serokê Yekitiya Kompanyayên Veguhastinê ya Almanyayê Ingo Wortmann derbarê gotegotên vegerandina koçberên Sûriyeyî got ku pêdiviya şirketên veguhastinê yên rêyên bejahî û hesinî yên Almanyayê bi karkerên Sûriyeyî heye.
Ingo Wortmann diyar kir ku eger karkerên Sûriyeyî bên vegerandin ew dê rûbirûyê zehmetiyan bibin.
“Em nikarin dev ji Sûriyeyiyan berdin”
Wortmann ji Ajansa Nûçeyan a Alman (dpa) re qala pêdiviya xwe ya bi karkeran kir û got:
“Niha kêmasiya me ya karkeran heye.
Eger Sûriyeyî jî vegerin welatê xwe dê li bajar û bajarokan pêşkêşkirina geştên otobus û trênan ji bo welatiyan bi awayekî cidî zehmettir bibe.
Li tevahiya Almanyayê di sektora veguhastina bikom a xwecihî de 2 hezar ajokarên Sûriyeyî dixebitin.
Di gelek xalan de em nikarin dev ji Sûriyeyiyan berdin.
Dema em rê nedin kesên dixwazin li vê derê bixebitin, em dê zererê bidin Almanyayê ku navendeke aborî ye.”
Li Almanyayê piştî rûxîna desthilata Esed bi taybetî Partiyên Yekitiya Xiristiyan (CDU/CSU) daxwaza vegerandina welatiyên Sûriyeyê dikin.
Partiya desthilatê Partiya Demokrat a Civakî (SPD) û nûnerên Partiya Kesk jî dibêjin ku pêwîstiya aboriya Almanyayê bi Sûriyeyiyan heye û dema biçin eger heye ku sîstema tenduristiyê ya Almanyayê têk biçe.
Li gorî amarên Daîreya Amaran a Federal ên dawiya sala 2023yan, li Almanyayê nêzîkî 973 hezar welatiyên Sûriyeyî hene.
Li gorî amaran, di warê karkirinê de penaberên Sûriyeyî ji yê welatên din baştir in û bi kalîte ne.