Parlamentoya Iraqê pişka Kurdistanê ji budceya Iraqê pesend kir

Bexda (Rûdaw)- Di Parlamentoya Iraqê de, % 17 ji budceya Iraqê, wek pişka Herêma Kurdistanê hat pesendkirin.

Parlamentoya Iraqê îro ji bo pesendkirina bûdceya sala 2016ê ya Iraqê civiya. Fraksiyona Dewleta Qanûnê ya şîeyan rijd bû ku pişka Kurdistanê ji bûdceya Iraqê ji % 17 dakeve % 13. 

Endamê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Hakim Serhan ji Rûdawê re ragihand: “% 17 ji budceya Iraqê wek pişka Herêma Kurdistanê hat pesendkirin.”

Hakim Serhan ku parlamenterê PDKê ye, tekez kir ku Fraksiyona Dewleta Qanûnê bi tundî li dijî wê yekê bûn ku pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê % 17 be û dixwestin ew rêjeye dakeve % 13.

Serhan ragihand: “Dewleta Qanûnê daxwaz dike ku dîsa dengdan li ser pişka Herêma Kurdistanê were kirin û Serokê Parlamentoya Iraqê jî ew daxwazî red kir û wek neyasayî da zanîn.”

Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî îro bi tundî nerazîbûn li ser pêşniyarên kêmkirina pişka Kurdistanê nîşan dabû û gotibû, kêmkirina bûdceya Kurdistanê tê wateya nemana pêvajoya siyasî ya Iraqê…”