Rojhilat - Rêya sînorî ya Xoy-Kotol-Raziyê tê firehkirin

 

Ormiye (Rûdaw) – Qayîmeqamê bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir ku rêya navbera Xoy û devera sînorî ya Kotol-Raziyê dê were firehkirin.

Li gorî malpera îranî ya mehrnewsê, qayîmeqamê Xoyê Husên Sîlvan Esl di civîna karsaz û sermiyandarên bajarê Xoyê de eşkere kir ku dê rêya navdewletî ya navbera bajarê Xoy û devera sînorî ya Kotol-Raziyê were firehkirin.

Husên Sîlvanî Esl diyar kir ku qesta wan ji firehkirina wê rêyê ew e ku rêya han bibe rêyeke navdewletî û tranzît ji bo geşekirina aborî û bazirganiya eyaleta Ormiyê û Îranê û got, rêya Xoy-Kotol-Raziyê dê bibe sê bande.

Qayîmeqamê Xoy anî ziman ku rêya Xoy-Kotol-Raziyê 67 km e ji ber wê jî ev proje dê bi 2 qonaxan were pêkanîn. Qonaxa yekemîn dê ji deriyê sînorî yê Raziyê re dest pê bike û qonaxa duyemîn jî dê ji bajarê Xoy dest pê bike.

Wî rayedarê bajarê Xoy her wiha diyar kir ku ji bo qonaxa yekemîn a projeya firehkirina rêya han, derdora 4.5 milyar tûmen (derdora 2 milyon dolar) hatiye terxankirin.

Li gorî agahiyên qayîmeqamê Xoy, projeya han dê di demek nêzîk de dest pê bike.

Deriyê sînorî yê Raziyê, di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de ye. Navê deriyê han li aliyê Bakur, Kapikoy (Heretêl) e.