Kêmasiya budçeya Tirkiyeyê gihîşte 512 milyar lîreyan

16-10-2023
RÛDAW
Nîşan Kêmasiya Budceyê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmasiya budçeya Rêveberiya Navendî ya Tirkiyeyê meha Îlonê gihîşte 512 milyar û 600 milyon lîreyên Tirkî ku dike nêzîkî 18,5 milyar dolaran.

Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê, encamên bicihkirina budçeya Îlona 2023an eşkere kirin.

Di budçeya Îlonê de 129,2 milyar lîreyên Tirkî kêmasî derket.

Li gorî amaran dahata budçeya Îlonê li gorî heman meha sala par ji sedî 99,8 zêde bûye û gihîştiye 441,2 milyar lîreyan ku dike nêzîkî 16 milyar dolaran.

129,2 milyar lîre kêmasî derket

Di meha Îlonê de xerciyên budçeyê jî li gorî heman meha sala par ji sedî 113,2 zêde bûne û gihîştiye 570,4 milyon lîreyan ku dike nêzîkî 20,5 milyar dolaran.

Bi vî awayî meha Îlonê di budçeya Rêveberiya Navendî de 129,2 milyar lîre kêmasî derket.

Di 9 mehên destpêkê yên salê de dahatên budçeyê gihîşte 3,43 trilyon lîreyan, di heman mehan de xerciyên budçeya navendî gihîşte 3,95 trilyonan.

Kêmasiya budçeyê ya 9 mehên destpêkê gihîşte 512,6 milyar lîreyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst