IMF: Lîreyê Tirkiyê li beramber Dolar zêdetirî %30 nirxê xwe ji dest daye

16-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - IMF di derbarê bilindbûna nirxê Dolar li beramberî diravên din nivîsek belav kiriye û ragihandiye, diravê ku îsal herî zêde li beramberî Dolar nirxê xwe ji dest daye, Lîreyê Tirkiyê ye.

Fona Dirav a Navdewletî IMF bi navnîşana “Welat li beramberî Dolarê bihêz dikarin çi bikin,” nivîsek belav kir.

Di vê nivîsê de IMF dibêje, ji sala 2000 ve heta niha Dolar di dema xwe ya herî bihêz de ye. Herwiha dibêje bihêzbûna Dolar, karê welatên ku dixwazin asta enflasyonê kêm bikin gelek zehmet kiriye.

Li gorî vê nivîsê ji derveyî Brazîlya, Meksîk û Peruyê, diravê hemû welatan li beramberî Dolar nirxê xwe ji dest dane.

Herwiha ji despêka 2022ê heta niha diravê ku herî zêde li beramberî dolar nirxê xwe ji dest dayî Lîreyê Tirkiyê bûye. Lîre li bemberî Dolar zêdetirî %30ê nirxê xwe ji dest daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst