Wezareta Çavkaniyên Siruştî: Hinardekirina petrolê dê berdewam be

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê ragihand li gel Wezareta Petrolê ya Îraqê rêkeftine ku şandina petrolê ne raweste.

 

Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku dê heger hikumeta Îraqê pirsgirêkan jê re dirsut neke berdewam bin li ser şandina petrolê.

 

Piştî paşde vekişiyana beşek ji Hêzên Pêşmergey yên ser bi Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), hêzên îraqî dest danî ser Kompaniya Petroka Bakur, lê zeviyên petrolê yên Havana û Bay Hesen ji aliyê Hêzên Pêşmergey yên ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê ve tên parastin û Heşda Şeibî nikariye dest dane ser.


Fermandeyê Parastina Saziyên Petrolê yê Kerkûkê Lîwa Fayîq Çûçanî ji Rûdawê re ragihand, tu hêzeke îraqî nikare biçe di nava zeviyên petrolê yên Havana û Bay Hesenê.

 

Hikumeta Herêma Kurdistanê ji sala 2014an ve, zeviyên petrolê yên Havana û Bay Hesen birêve dibe û rojane nêzî 300 hezar bermîlên petrolê ji wan zeviyan berhem tîne.