Zêr li tevahiya cîhanê firiya

Duh li 03:04
RÛDAW
Nîşan Bihayê Zêr Bihayê Petrolê Petrola Xam Petrola Brent Amerîka Bankeya Navendî ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)-  Bihayê zêr asteke din a dîrokî tomar kir.  Bihayê her onseke zêr bûye 2,586 dolarên Amerîkî.

Tê pêşbînîkirin ku Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) faîzê kêm bike.

Îro bi vebûna borsaya Amerîkayê re bihayê zêr û petrolê zêde bû.

Onsa zêr li bazaran bi 2,586 dolarên Amerîkî dest bi rojê kir.

Di nava rojê de asta herî nizm a onsa zêr 2,577 dolar û asta herî bilind jî 2,589 dolarên Amerîkî bû.

Aniha her onseke zêr bi 2,586 dolarî tê firotin.

Li gorî pisporan, pêşbîniya kêmkirina faîzê bûye sedema zêdebûna bihayê zêr a li bazarên cihanê.

Li aliyê din, bihayê dolarê Amerîkî jî li hemberî pereyên din kêm bûye.

Li gorî pisporan bihayê dolarê Amerîkî ji sedî 0,1 li hemberî pereyên welatên din kêm bûye.

Bihayê zêr di girêbestên paşerojê de jî 2,608 dolarên Amerîkî derbas kiriye.

Bihayê petrolê jî zêde bûye

Li aliyê din, piştî vebûna bazara Asyayê bihayê petrola brent jî 15 sentan zêde bûye.

Bihayê her bermîleke petrola brent bûye 71 dolar û 64 sentan.

Her wiha bihayê petrola xam a Teksasê jî 14 sentan zêde bûye û bûye 68 dolarên Amerîkî.

Roja îne ji ber bazara Çînê bihayê petrolê kêm bûbû.

Şîrovekara kompanyaya Pihilli Novayê Prianka Sachdevayê da zanîn ku bazirgan li benda biryara roja çarşema ya Banka Navendî ya Amerîkayê ne.

 Li gorî gotina Prianka Sachdevayê rewşa hinek kompanyayên Amerîkayê yên li peravên Meksîkayê hîn bi tevahî asayî nebûye û ev jî bûye sedema zêdebûna bihayê petrolê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst