ÎLAM - Dahata 5 mehên îsal bi qasî 4,5 salên bihorî bûye

16-09-2019
RÛDAW
Nîşan Îlam Rojhilatê Kudistanê Îran Gumruk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Îlamê ragihandiye, dahata gumrka Îlamê di 5 mehên îsal de bi qasî 4,5 salên derbasbûyî ye.

Parêzgarê Îlamê di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka îsal ve hinardeya kelûpelan ji deriyên sînorî û gumrukên wê parêzgehê ve bi rêjeya %19 zêde bûye.

Qasim Silêmanî Deştekî diyar kir, ku di 5 mehên destpêkê yên îsal de, hinardeya ji gumrukên Îlamê, 823 hezar ton kelûpel û bi buhayê 508 milyon dolar bûye.

Silêmanî Deştekî herwiha da xuyakirin, dahata gumrukên parêzgeha Îlamê di 5 mehên bihorî de bi qasî dahata dahata 4 sal û nîvên derbasbûyî ye.

Parêzgarê Îlamê destnîşan kir, zêdebûna rêjeya hinardeya kelûpelan û herwiha zêdebûna dahata gumrukên parêzgehê di demekê de ye, ku Îran di bin dorpêçên tund ên Amerîkayê de ye.

Îlam, parêzgeheke Rojhilatê Kurdistanê ye, ku bi beşek ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê û Iraqê re sînorê hevbeş heye.

Deriyê sînorî yê Mêhran, yek ji deriyên sînorî yên giring ên Îranê ye, ku dikeve parêzgeha Îlamê û rêjeya herî zêde ya hinardeya kelûpelên ji wê parêzgehê ve bi rêya wê deriyê sînorê tê kirin.

Qayimmeqamê Mêhranê, Esed Qasimî roja bihorî ji ajansa fermî ya dewleta Îranê, IRNAyê re ragihandiye, ku ji destpêka îsal ve heta niha 2 milyon û 40 hezar kesên ziyaretkar bi rêya deriyê sînorê Mêhran-Zirbatiyeyê, di navbera Îran û Iraqê de hatinûçûn kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst