Hewlêr (Rûdaw) - Pisporên aborî û bazîrganiyê di vê heyama ku nirxê lîreyê tirkî li hemberî dolarî dadikevê de deriyê sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de Îbrahîm Xelîl dikare ji bo Tirkiyê bibe alternativeke baş. Herwiha dibêjin ku divê peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Hewlêr û Enqerê de zêdetir bêne pêşxistin.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, 13ê Îlona 2018ê li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê Sempoziyuma Derbarê Herêma Kurdistanê û Qeyrana Darayî Li Navçeyê saz kir. Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Mehmet Vural beşdarî bû.
Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de salane derdora 10 milyar dolarî barzirganî tê kirin.
Cîgirê Serokê DÎTAMê Mehmet Vural ji Rûdawê re kêmbûna nirxê lîreyê tirkî û peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de nirxandin.
“Tirkiye derfetan bikar nahene”
Mehmet Vural anî ziman ku divê herî zêde Tirkiyê xwe nêzîk Herêma Kurdistanê bike lê ew vê derfetê baş bikar nahene û wiha pê de çû:
“Tirkiye û Devleta Federel a Başûrê Kurdistanê cîranê hev in. Herwiha dewlemendî û axa devleta fedral a Kurdî li ber çavan e. Çavê hemû cîhan û herêmê li vê derê ye. Rewşa Herêma Kurdistanê wiha diyar e. Ji aliyê din ve ji bo Devleta Federal a Kurdistanê jî deriyê bi xwe bigihîne cîhanê Tirkiye ye. Hinek tişt dikevin li ser mile Tirkiyê, taybetî divê ligel Kurdên Başûr bi aştiyane bijî. Minak di referamduma Îlona 2017ê de şûna ligel Kurdan be lê berevajoyê wê li dijî referandumê derket û deskeftiyek girîng ji dest da. Minak Îranê bicih de deriyên xwe vekir, lê Tirkiyê girt. Lewma ji bo peywendiyên aborî baş bibe pêwîst e ku Tirkiyê têkiliyên xwe jî baş bike û ligel Kurdan bi awayekî aştiyanê bijî. Herdu milet û herdu devlet jî mihtacên hev in.”
“Erdnîgarî çarenûs e”
Vural diyar kir ku îro jî Tirkiyê herî zêde kelûpelên xwe bo Herêma Kurdistanê dişîne û wiha axifî: “Bi girtina deriyê sînorî Tirkiye sernakeve. Divê siyaseta Tirkiyê ligel Kurdan rêyeke aştiyanê pêk bîne. Herwiha pêwîst e ku Kurd jî bibînin ku deriyê xwe pê re bi gihînin cîhanê Tirkiye ye
Dibêjin ku erdnîgarî çarenûs e. Çarenûsa herdu cîranan jî ev e. Divê Tirkiyê di zûtirîn dem de dev ji polîtikayên xwe yên nijadperest berde û siyaseta xwe ya ligel Kurdan jî ji nû ve dizayn bike. Pêwîst e wê xeta xwe ya sor a li hemberî Kurdan ji holê rake. Ev dê di ware aborî de diyar bibe. Erdnîgariya Herêma Kurdistastanê dewlemend e. Tirkiye dikare sûdmendiyeke gelek baş ji vê derê werbigire. Lê heger hinek din li şûna Tirkiyê cih bigrin, wê demê Tirkiye dê winda bike.”
Li ser pirsa “Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelî di vê pêvajoyê de ji bo Tirkiyê ku li wê derê krîzek heye, girîngiya wê çi ye?” Vural wiha got: “Tirkiye hewl dide ser bi Qeter, Îran, Rûsya û Çînê re bazîrganiyê bike. Sûdeke zêde ya ev welat bidin Tirkiye nine. Divê Tirkiye aborî û peywendiyên xwe bi cîranên xwe re baş bike. Minak Qeter welateke biçûk e, û ti hilberîna wê nine. Tenê petrol xam heye. Lê li Başûrê Kurdistanê ne tenê petrola xam heye, dewlemendiyên wê yên din jî hene.”
“Pêwîste Tirkiye bilez gaveke bavêje”
Cîgirê Serokê DÎTAMê di berdewamiya axaftina xwe de got jî: “Bi salane di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de herwiha ligel Kurdên Sûriyê bi qaçaxî bazirganî tê kirin. Çima rêyeke fermi hebe bi qaçaxî bê kirin. Herdu welatan jî li gorî xwe prosudor hene çima bi rêyên qaçax? Ji Tirkiyê bi qaçaxî ajelên zindî derbas dikin. Pêwîstî bi vê yekê nîne. Eger tu rêyên xwe bi fermî vekî dê bi wan rêya re bê kirin. Pêwîst di demeke herî kurt de Tirkiye derbarê vê yekê de gaveke bavêje.
“Gelek şirketên Tirkiyê dixwazin hinardeyê bikin”
Distrûboturê Amûrên Biçûk ên Malan Arzumê li Iraq û Herêma Kurdistanê M. Fûad Akguvercin jî da zanîn ku ji ber daketina nirxê lîreyê tirkî gelek kompaniyan zerar kiriye û got: “Daketina lîreyî bandor li me jî kir. Niha gelek kompanyayên Tirkiyê dixwazin hinardeyê bikin. Nizanin nirxe lîre dê heta çi astê dakeve. Tişta îro kirrin sibe bifiroşin metirsiya wê ya zerarê heye. Çimkî madeyên xam û nîv xam bi dolarî têne kirrin.”
Derbarê krîza li Tirkiyê û bandore wê de M. Fûad Akguvercin wiha axifî: “Eger ev krîz berdewam bike di heyameke dirêj de dê bandora xwe li şirketên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin jî bike. Tişta herî zêde ez jê ditirsim ev e.
Tenê yek rêya serketinê li pêş Herêma Kurdistanê heye ew jî; divê hilberîna xwe bihêz bike. Weke li her derê cîhanê welatek çiqas kêm girêdayî welatê din be ew qasî baş e. Kurdistan erdnîgariyek cidî û girîng e. Minak dikarin bi çandiniyê dest pê bikin û bi xwedîkirina ajelan berdewam bikin. Divê hikûmeta herêmê jî piştevaniyê bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse