Herî kêm li Colemêrg, Erdexan û Şirnexê xanî hatine firotin

16-08-2022
RÛDAW
Nîşan Şirnex Colemêrg Erdexan TUIK Xanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Temûza 2022ê li gor heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan ji %12.9 kêm bûye û hejmara xaniyên hatine firotin daketiye 93 hezar û 902an. Di meha Temûza 2021an de 107 hezar 785 xanî hatibûn firotin. Herwiha meha Temûzê rêjeya xaniyên bo welatiyên biyanî hatine firotin li gor heman meha sala par %12.4 kêm bûye û 3 hezar û 939 xanî bo biyaniyan hatine firotin.

TUIKê amarên firotina avahiyan ên Temûza 2022ê eşkere kirin. Li gor amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Temûzê li gor heman meha sala borî firotina xaniyan ji %12.9 kêm bûye û herî zêde jî li parêzgehên Stenbol û Enqerê û herî kêm jî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê Colemerg, Erdexan û Şirnexê xanî hatine firotin.

Herwiha li Stenbolê 14 hezar û 350, li Enqerê 7 hezar û 417 û li Izmirê jî 4 hezar 868 xanî û li Colemêrgê 31 xanî, li Erdexanê 31 xanî û li Şirnexê jî 49 xanî hatine firotin.

Li gor heman amaran ligel kêmbûna firotina xaniyan, rêjeya firotina xaniyan bo welatiyên biyanî jî bi rêjeya %12.4 kêm bûye û daketiye 3 hezar û 939 xaniyan. Herwiha meha Temûzê welatiyên Rûsyayê bi kirîna hezar û 21 xaniyan yekemîn, welatiyên Îranê bi 431 xaniyan duyemîn û welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi kirîna 380 xaniyan di rêza sêyemîn de ne.

Biyaniyan herî zêde li Antalya, Stenbol û Mêrsînê xanî kirîne. Biyaniyan meha Temûzê li Antalyayê hezar û 421, li Stenbolê hezar û 154 xanî û li Mêrsînê 289 xanî kirîne.

Biyanî herî zêde ji bo wergirtina welatîbûna Tirkiyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xaniyan dikirin. Her biyaniyê ku li Tirkiyê bi bihayê 500 hezar dolaran veberhênanê bike yan milk bikire û 3 salan nefiroşe mafê welatîbûna Tirkiyê werdigre. Ev reqem heta dawiya sala 2021ê 250 hezar dolar bû û meha Çileya 2022an bo 500 hezar dolar hat zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst