Mûçeyê herî kêm ê xanenîşînan bû 12 hezar û 500 lîre

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koma AK Partiyê ya Parlamentoyê Abdullah Guler ragihand, mûçeyê herî kêm ê xanenîşînan ji 10 hezar lîre bû 12 hezar û 500 lîre.

Herwiha xerca derketina derveyî welat jî ji 150 lîreyî bû 500 lîre.

Serokê Koma AK Partiyê ya Parlamentoyê Abdullah Guler, li parlamentoyê civîna medyayê li dar xist û derbarê paketa bacê û mûçeyê herî kêm ê xanenîşînan axivî.

Abdullah Guler diyar kir ku mûçeyê herî kêm ê xanenîşînan ji 10 hezar lîreyî bû 12 hezar û 500 lîre û got:

“Di nav 16 milyon û 180 hezar xanenîşînan de mûçeyê herî kêm dibe 12 hezar û 500 lîre.

Dê di navbera mehên Tîrmeh û Çiriya Pêşîna 2024an de 3 milyon û 707 hezar û 788 xanenîşîn ji vê zêdebûnê sûdê wergirin.

Ji ber zêdekirina mûçeyê xanenîşînan di 6 mehan de 33 milyar û 200 milyon lîre ji butceyê derdikevin.”

Xerca derketina derveyî welat zêde bû

Guler derbarê xerca derketina derveyî welat a li deriyên sînorî tê wergirtin ragihand, xerciya derketina derve ji 150 lîreyî bû 500 lîre.

Ji aliyê din ve Serokê CHPyê Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî rêjeya zêdekirina mûçeyê xanenîşînan da û got:

"Ev xiyanet e li xanenîşînan. Eger debar tinebe, hilbijartin heye. Em dê hemû bi hev re têbikoşin."