Li Tirkiyê baca gaza xwezayî %224 hat zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor biryara Serokkomariyê ya derbarê Baca Mezaxa Taybet (OTV) de baca gaza xwezayî ya ku di otomobîlan de tê bikaranîn %224 hat zêdekirin û serê yek metresêca derket 2,7944 lîreyan. Baca yek metresêca gaza xwezayî ya standart jî bûye 0.0747 lîreyên Tirkî.

16ê Temûza 2023an biryara Serokkomariyê ya li ser zêdekirina Baca Mezaxa Taybet (OTV) di Rojnameya Fermî de hat belavkirin û biryar ji îro pê ve tê cîbicîhhkirin.

Li gor biryarê baca gaza xwezayî ya ku di otomobîlan de tê bikaranîn ji 0.8599 lîreyan derketiye 2,7944 lîre wate %224 hatiye zêdekirin û baca gaza xwezayî ya standart jî ji 0,0230an derketiye 0.0747 lîreyan.

Di nav vê biryarê de zêdebûna baca benzîn, motorîn û LPGê jî heye û bûye sedama nerazîbûna welatiyan.