Bazirganiya di Dêriyê Îbrahîm Xelîl re kêm bûye

16-06-2021
Yûsif Mûsa
Ajokarên barhilgiran ji kêmiya karê di dergehê Îbrahîm Xelîl re dilgiran in
Ajokarên barhilgiran ji kêmiya karê di dergehê Îbrahîm Xelîl re dilgiran in
Nîşan Îbrahîm Xelîl Herêma K
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Şofêrên barhilgirên Bakurê Kurdistanê ku kelûpelan di deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl re derbasî Başûrê Kurdistanê dikin, gazinan ji giraniya gumrikê dikin. Ew dibêjin, dema ku gumrik giran be karê wan kêm dibe, ji ber ku kompaniyên hawirdekirinê berê karê xwe didin deriyên li gel Rojhilatê Kuridstanê û kelûpelên Îranê hawirde dikin.

Rêveberê Kompaniyeke hawirdekirina kelûpelan jî dibêje, du sedem hene ku hejmareke kompaniyên veguhestina kelûpelan karên xwe xistine ser sînorên Îranê, kêmiya buhayê veguhestina kelûpelan ji benderan heta deriyên sînorî, û nermiya yasayan li wan deriyan.

Ajokarê Barhilgirekî Bakurê Kurdistanê Mihemed Qadir got: “Em mobilyan tînin, lê 5 hezar dolar heta 6 hezar dolar li gumrîka wê diçe. Ji ber vê yekê gelek bar nayên û barhilgirên me jî li van erdan dimînin. Bar dest me nakeve, em li aliyê Tirkiyê 5-6 rojan li benda baran dimînin.”

Ajokarê Barhilgirekî Bakurê Kurdistanê Edhem Seyîd jî got: “Barê me mermer e, me ji Aksarayê bar kiriye û me aniye Îbrahîm Xelîlê. Bar nînin, heyvekê em dimînin heta barekê peyda bikin.”

Beşek ji kompanyên bazirganî, berê xwe dane deriyên li Rojhilatê Kurdistanê û kelûpelan hawirde dikin. Cîbicîkirina pênaseya gumrîkê li deriyê navdewletî yê Îbrahîm Xelîl, beramber hêsankariya cîbicîkirina wê li deriyên ligel Îranê, bazirgan zêdetir berê xwe diden deriyên ligel wî welatî.

Yek ji kompaniyên veguhestinê ya li Zaxo, kelûpelan li 13 welatên cîhanî ji 40 kompaniyan hawirde diken, li gor amarên wan, beşek ji bazirganiya ligel deriyên Îranê bûne şûngirên deriyê Îbrahîm Xelîl.

Rêvebirê kompaniya bazirganiya veguhestinê Siyamend Îsmaîl jî dibêje: “Veguhestina avî giran bûye. Beramber veguhestina bo Îranê di navberaa 2 hezar dolar heta 3 hezar dolaran rêyên Îranê erzantirin. Hindek nermatî li deriyên sînorî yên ligel Îranê hene, ev jî wiha dike ku bazirgan zêdetir berê xwe bidin wî alî. Berî niha mahene 200-300 barhilgir ji Tirkiyê bo kompaniya me dihatin, lê niha derdora 80-90 barhilgiran tên.”

Li gor amarên Rêveberiya  Giştî ya Gumrik û Deriyên Sînorî li Herêma Kurdistanê dahata heyvane ya xalên sînorî di navbera 70 milyar heta 120 milyar dînaran de ye.

Herwiha li gor amarên Deriyê Îbrahîm Xelîl, rojane navbera 700-950 kelûpelên barhilgir ji Tirkiyê têne di nav Herêma Kurdistanê de. Li gor amarên Deriyê Navdewletî yê Başmaxê di mehên Nîsan û Gulanê yên îsal de 28 hezar û 149  barhilgir bi wî derî re derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Li gor amarên Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê,  ji par heta îsal nêzîkî milyonek ton kelûpel ji Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê hatiye hawirdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst